Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li Taxa Ugurluya li navçeya Eyyubîyeya Rihayê, di navbera du malbatan de şer derket û dû re bi kevir û daran li hev xistin.

Di encama şer de 10 kes birîndar bûn. Bi xeberadayînê ji cihê şer re ekîbên 112yê hatin sewqkirin û kesên birîndar jî bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Derheqê şer de ewlehîyeke mezin hat girtin û tehqîqateke mezin hat destpêkirin. (ÎLKHA)