Rejîma îşxalker a siyonîst li ser Xezze'yê erîşa esmanî da destpêkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezze'yê ragihand ku di encama êrişên asîmanî yên rejîma îşxalker a siyonîstan de di 24 saetên dawî de 7 kes şehîd bûne û 40 kes jî birîndar bûne.

Medyaya Filistîn'ê ragihand ku balafirên îşxalê apartmanek li "Birca Filistînê" li Mehela Rimal'ê ya li navenda Xezze'yê û otomobîlek li rojhilatê Xezze'yê bombebaran kirin.

Hat diyarkirin ku di êrîşa balafirên îşxalker a li bajarokê El- Fûkarîyê ya rojhilatê Xan Yûnis'ê ya li başûrê Şerîda Xezze'yê de tevî zarok gelek Filistînî birîndar bûn.

Ji aliyê din ve hat qeydkirin ku tankên rejîma dagirker hin deverên Şerîda Xezze'yê bombebaran kirin.

Her wiha hat diyarkirin ku rejîma îşxalker cebilxane, tank û leşkerên yedek şandine sînorê Xezze'yê. (ÎLKHA)