Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin Arîf Yildiz (59)ê ku li ser rêya Taxa Karaduta Riha-Pirsusê bi erebeya xwe yê biakû dixwest ku derbasê alîyê dinê bibe qamyoneteke bi plaqeya 07 AIR 800î  lê qelibî.

Di encama qezayê de Arîf Yildiz giran birîndar bû û dû re hat rakirin Nexweşxaneya Dewleta Pirsusê. Yildiz li vê derê hat kirin bin tedawîyê lê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Hat diyarkirin ku şofêrê qamyonetê han binçavkirin û derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)