Çevîk Bîr ê 83 salî yê ku cezayê wî yê ji de’wa 28ê Sibatê hatîye dayîn heye û di girtîgeha Îzmîrê de bû, bi navbeynkarîya parêzerên wî pirsgirêkên wî yên tenduristîyê hatin nîşandan û bi daxwazîya paşve hêştina cezaya wî ya înfazê murecaetê dozgerîyê kirin.
Li ser vê murecaetê Serokatîya Sazîya Tiba Edlî jî, ji bona Bîr ê ku cezayê wî yê muebbetê heye rapora “nikare jîyana xwe bi tenê bidomîne” da.
Sazîya Înfaza Cezaya Girtî ya Tîp a F ya Numereya 1 a Îzmîrê li ser nêrîna “Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku taloqkirina cezayê mehkûmê ji ber sedemên tenduristiyê wê ji aliyê ewlekariya gel ve nebe xeteriyeke cidî û konkret.”
Ji wan aktorên ku di 28ê Sibatê de pêçîyên wan hene yê ew ê herî mûhîm e
Çevîk Bîr, di pêvajoya 28ê Sibatê de wezîfeya Serokê Duyemîn ê Serkana Giştî yê Leşkerî bi kar dianît. Çevîk Bîr, bi Koma Xebata Rojavaya ku ji bona teqîpkirina Misilman ên ku tê îddîakirin fealîyetên îrtîcaî dikirin hat naskirin. Ew bi “Koma Xebata Rojava” yê di nav artêşê de fealîyet dikir de hat rojeva medyayê.
Necmettîn Erbakanê Serokwezîr, ji bona dorhêla ku ji ber bernameya li Sîncanê hatibû tertîpkirin û rageşî û gengeşî çêbûbû nerm bike gotibû ku, “Yek bi daleqandina resmekî ya bi xelatî tu dem nikare vê welatê xira bike.” Di ‘eynî wê rojê de 20 heb tenq û 15 heb erebeyên bi zirh ketin nav navenda Sîncanê. Çevîk Bîr, di daxuyanîya ku paşê derheqê ketina nav Sîncanê yê wan tenqan de weha gotibû, “Me ji Demokrasîyê re eyara dengeyê da”
Çevîk Bîr ê ku di piştî civîna MGKyê ‘ewil ya 28ê Sibatê de axivîbû, îfade kiribû ku micadelekirina li hember rêbazên hemberê Laîktîyê wezîfeya ‘ewil ya TSKyê ye û weha gotibû “Hedefa ‘ewil fealîyetên îrtîcaîyê ye”. Ew bi vê gotina xwe nîşan dabû ku hedefa bingeh Misilman û Îslam e.
Mehkumên nexweş jî bêvîya edaletekê ku ji Çevîk Bîr re hatîye dayîn in
Berdana Çevîk Bîr yê ji ber sedema nexweşînê, ji eqlên mirov re mehkumên nexweş ên dinê yên ku di girtîgehan da ne anît.
Di serîyê van nexweşan de jî Şeyhmus Alpsoy û Mehmet Emîn Alpsoyê 75 salî yê bavê Şeyhmus Alpsoy ên ku 23 sal in di girtîgehê de ne tên eqlê mirov.
Şeyhmus Alpsoy ê ku çend emelîyatan derbas kirîye û Qanserê Qolonê bi wî re heye, daîma dûçarê êşên giran dibe. Bav Mehmet Emîn Alpsoy jî bi nexweşînên Parkînson, Helandina ‘estîyan û hepatîtê re micadele dike. Bi tevî van nexweşînan ji ber îxtîyartîya xwe nikare li xwe jî binhêre.
Digel xebatên parêzan û malbatê Alpsoy derheqê Şeyhmus Alpsoy û Mehmet Emîn Alpsoy ên nexweş de qerara berdanê nehat dayîn.
Mehkumên nexweş, di demeke kurt de dixwazin ku bila ev edaleta ku ji Çevîk Bîr re hatîye dayîn ji wan re jî bê dayîn.
Sazîya Tiba ‘Edlî bi îdeolojîk hereket dike
Hiqûqnasan jî, bal dikşînin ku sedeme ev tiştê yê herî mezin Sazîya Tiba ‘Edlî ye. Hiqûqnasan destnîşan kirin ku qerardayîna wê mehkûmê ku nexweş e an jî nenexweş e, wê nexweşîna wê giran e an jî ne giran e Sazîya Tiba ‘Edlî qerar dide, bal dikşînin ku sazi ji dema borî heta îro bi wezîfedara xwe yê doxtortîyê qerar nade ew li gorî îdeolojîyê hereket dike û ev hereketê tercîh dike.
Hiqûqnasan destnîşan kirin ev miameleya ku ena tê kirin û li gorî çêkirina yasayî destê dozgerîyê hetta destê Serokkomar ê ku heqê efûkirinê di destê wî de ye girê dide, hat îfadekirin ku ji bona tehlîyeyê qerara sazîyek tenê qîm nake; bi tevî wê sazîyê rapora dozgerîyê jî gerek hebe.
Ji bona mehkumên nexweş vesazkirineke nû şert e
Hiqûqnasan diyar kirin ku mewzûata yasa jî ji miameleyên neînsanî re derî vekirî dihêle û dibêjin ku gerek di vê meseleyê de vesazkirineke nû lazim e; ev vesazkirin jî gerek wek van meddeyan bin, “Dûrxistina Saziya Tiba Edlî ku di tespîtkirina nexweşiyê de biryara yekane û dawîn e.” an jî “Li dijî biryarên keyfî mekanîzmayeke îtirazê ya bi bandor were avakirin”, “Rakirina dadmendiyê, bi şertê ku ji bo ewlehiya giştî xeternak nebe, ji astengkirina dermankirinê”, “Ji bo ku her kesê nexweşê giran ji vê derfetê sûd werbigire bêyî ku di nav girtiyan de sûc û ceza were kirin.” (ÎLKHA)