Zîyaretkirina Nancy Pelosîya Seroka Meclîsa Temsîlkarên ya Emrîqayê û lijneya ku bi 5 kesan sazdibe û bi wê re bûn li Taywanê kir, di naverbera Çîn-Emrîqayê de bû sedema rageşî û gengeşîyê.

Pelosî, 25 sal paşê bû seroka Meclîsa Temsîlkarên Emrîqayê a ‘ewil ya li Giravê, Wezareta Karên Derve ya Çînê jî, ji ev zîyaretê re bertek nîşan da.

Wezareta Parastina Çînê jî, hefteya borî daxuyandibû, ger ku zîyareta Pelosî çêbibe ew ê “Artêşa Çînê wisa nesekine”.

PLA, piştî zîyareta Pelosî tetbîqateke mezin da destpêkirin.

Di tetbîqata ku li derdorê girava Taywanê hat destpêkirin de roketên ku gelek dûr diçin û fuzeyên konvansîyonel hatin şixulandin. Di tetbîqatê de balafirên herbê jî hatin bicihgirtin.

Hat destnîşankirin ku ew ê PLA di navbera 4-7ê Tebaxê de li 6 herêmên cuda yên ku Taywanê dorpêç dike tetbîqata leşkerîyê bike.

Çîn, li Taywanê bi çavê welateke cuda nanêre û li wê derê jî ‘erdê xwe dihesibîne. (ÎLKHA)