Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, traktora ku karkerên demsalîyê ên ji Gira Sora Rihayê çûne Yozgatê, ji ber ku şofêrê traktorê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li şerempolê qelibî.

Di encama qezayê de 4 kes ên ku di nav wan de zarok jî hene birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansên ku hatin cihê qezayê hatin rakirin nexweşxaneyê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)