Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Bulgaristanê hatine bidestxistin Rumen Radevê Serokkomarê Bulgaristanê, qerareke ku Meclîsa Neteweyî ya 47emîn fesih bike îmze kir.
Radev, qerareke dinê jî da ku hilbijartinên meclîsê ew ê di 2yê Cotmehê 2022yan de bê kirin.
Li gorî qerarnameyeke dinê jî Radev, ji tarîxa 2yê Tebaxa 2022yan ve hikumeteke demborî tayîn kir. (ÎLKHA)