Rayedaran di daxuyaniyê de diyar kirin ku, Serokomar dema li bajarê Huehuetenango gera xebatî dikir rastî êrîşa çekdarî ya kesên nedîyar hat, hat ragihandin ku Giammatteî ji êrîşê bêbirîn filitî lê çend kesên li cem wî birîndar bûn.

Di çapemeniya mehelî de tê gotin, di rêya vegerê de êrî li heyeta serokomar hat kirin, gava ku parêzger bersiv dan guleberdanê pevçûn demekê berdewam kir.

Hat ragihandin ku ji bo ronîkirina êrîşê lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)