Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Îslamî ya Kurdîstana Iraq'ê (Bizûtnewey Îslamî) Şêx Îrfan Alî Abdulazîz, ji ber minasebeta wefata Fadil Şanî'yê ku ji damezrînerên HUDA PAR'ê bû sersaxîyên xwe anî zimên.

Fadil Şanî'yê ku ji damezrînerên HUDA PAR'ê bû û demekê di nav HUDA PARê wezîfeya Alîkarîyê Serokê Giştî  jî kiribû, ev 30 sal ji ber nexweşîya KOAH'ê tedawî didît.

Şanî'yê merhûm di 25'ê Tirmehê de, li Nexweşxaneya Îzmîr Katîp Çelebîyê ku li wir tedawî didît wefat kiribû. (ÎLKHA)