Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin Sadik Alî A. di dema bi tevî hevalekî xwe li kêleka qenala avê rûdinişt, ji teref kesên ku di nav erebeya ku li ber wan sekinî de peya bûn ve êrîş hat kirin.

Sadik Alî A. di encama êrîşê de ji zikê xwe birîndar bû. Hevalên Sadik û mirovên derdorê ên ku êrîşê dîtin xeberê dan 112yê.

Hat ragihandin ku ekîbên tenduristîyê li cihê êrîşê midexeleya ‘ewil li Sadik Alî A. kirin û dû re wî bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Bajar a Edeneyê.

Polês derheqê kesên ku bi erebeyê revîyane bên qefaltin de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)