Li gorî çapemenîya Îran'ê îstîxbarata welatê, di encama tespîtkirina kesên ji Mossad'ê re dixebitin de operasyon hat lidarxistin.

Hat diyarkirin ku di operasyonê de 5 kesên ku ji Mossad'ê re casûstiyê dikin hatin girtin.

Hat gotin ku casûsan ji cihê muhîm û heyatî ya Îran'ê agahî dane hev.

Hat daxuyankirin ku ji xeyrî agahîdanê, propagandayên li dijî Îran'ê dikirin, perwerdehiya operasyonên çekdarî û sabotajê jî dîtine.

Di operasyonan de pir kartên SIM'ê, telefona destan û dokuman hat bidestxistin. (ÎLKHA)