Di encama felaketa lehîyê ya ku li Tahran û dora wê ji ber baranên zêde bi bandor bû, hat diyarkirin ku li herêma Îmamzade Dawûd 4 kes jiyana xwe ji dest dan, 9 kes jî birîndar bûn.
Derbarê lehîyê de hat gotin ku li herêmê xebata lêgerîna ji bo kesên ji ber lehîyê winda bûne dest pê kir.
Serokomar Îbrahîm Reîsî, talîmata seferberkirina îmkanên giştî ya operasyonên xelaskirinê û alîkariya ji bo kesên ji lehîyê zirar dîtine da meqamên mîna Wezareta Hundirîn, Walîtîya Tahran'ê û Heyva Sor. (ÎLKHA)