Yapicioglu'yê ku li çar alîyê Tirkîye'yê zîyaret dike, di vê çarçoveyê de bi xelqê re hevdîtinên xwe berdewam dike. Yapicioglu û heyeta pêre ji bo hin ziyaretan çûbûn Manîsa'yê, dû re ji wir derbasî Ûşak'ê bûn.

Yapicioglu bi teşkîlata partîya xwe re hat cem hev û derheqê xebatên partîyê de agahî ji Mehmet Salih Tosun'ê ku Serokê Uşak'ê yê partiya wî ye girt.

Yapicioglu dûre dikandarên ku li navenda sûkê ne zîyaret kir, pirsgirêk û daxwazîyên wan gohdar kir. Esnaf û welatîyên ku ji zîyaretê dilxweşîyên xwe anîn ziman, gazin ji bihabûna jiyan û zêdebûna fiyetan kirin.

Yapicioglu bi heyeta li cem xwe çûn febrîqeya çerm û kîmyasalan û li wir  pirsgirêkên karkeran guhdar kir.

Yapicioglu piştî bi sohbeta bi karkeran re  got ku, "Mirovên ku ji bo hewceyî kesî nebin çi kar be bişuxule gerek destên wan bê maçkirin. Ew dest biboyax be jî, tevî kîmyasalan jî bûbe ew dest ê maç kirinê ye. Xwedê qewetê bide we. Carinan dema em guh didin karkeran, dibêjin "em nikarin debara xwe bikin". Bi heman şiklî  kesên kardêr jî gazin û gilîyan dikin û dibêjin "em nikarin ji bin mesrefan derkevin". Gerek em vê ya zanibin. Pirsgirêkek îqtîsadî bi gelemperî heye. Ji nava derbendeke tê derbaskirin. Sektora hilberînê di rewşeke xirab de ye. Lew ma dahata sabit jî di rewşeke xirab de ye. Ji aliyê din dîtina karkerên kalifîye jî zehmet e, ji aliyê din kardêrê ku heqê karkerê kalifîyê ku ew dixwaze bide dikeve nava zorîyê."

Yapicioglu daxuyaniya xwe werê dewam kir:

Sîstemek kûreyî heye û kûpê pereyan ji vê sîstemê qezenc dikin. Kî ne ev kûpê pereyan? Ên kû Kartê kredîyê dixin bêrîka we û dibêjin 'Ne muhîme, meblaxa dayîna hindiktirîn bide tiştê ma tu karî dûre bidî, ji bo tiştê ma mehê tê ewqasî bidî' ji we faîzan top dike, ji heman tiştî ji kardêr re jî dike. Veguhêzkarê pereyên sektora hilberînê ku jê re dibêjin Sektora fînansê, yan jî ji gel re, yan ji kamuyê re tu karî nakin, lê ji pera pere qezenc dikin. Him keda we him keda karderê we qismen dixwin. Ev pergaleke dizîya kûreyî ye.

Yapicioglu di heqê israfên ku li saziyên dewletê tên kirin de peyivî û got, "Çavkaniyên me ne bêsînorin, besî me ye lê ne besînorin. Ger em wekî ku ew bêsînor in tevbigerin û wan îsraf bikin, em ê zemîna çûyîna bereketa bi destên xwe ava bikin. Xwedê me ji vê halê dûr bixe. Eger yekî israfek şexsî bike ew zirarê dide xwe. Lê dema ku şaredarî, hikûmet an jî ciheke din a fermî ya ku li ser navê gel rêveberiyê di destê wan de ye, hemû mal û milkên me îsraf bike zirarê dide malê me teva, divê kesên di wan karan de ne baldartin bin."

 

Yapicioglu piştî ziyaretan daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de wisa got, "Ziyaretên me yên li herêmê berdewam dike. Serê sibê me bi muxtar, nûnerên STK(Saziyên Civakî ên Sîvîl)'yan û endamên çapemenîyê ve civînek çêkir. Piştî nîvro dikandaran zîyaret kir. Di dema nîvro de febrîqeyeke ku li Devera Pîşesazîya Organîzeyê ye gerîyan, em bi karker û xwediyê wê derê rûniştin. Pirsgirêkên vir jî, pir dişibin pirsgirêkên herêmên din ên Tirkiye'yê. Ji ber ku pîşesazîya Ûşak'ê li gor mezinahiya Ûşak'ê pêşketîtire bêkarî bûn li vir zêde tune ye. Nemaze dikandarên biçûk gilî jî bê karkeriyê dikin. Lê belê bihabûna jiyanê tesîrî gelê vir jî dike."

Yapicioglu gotinên xwe werê domand:

Kesên ku bi destheqê kêmtirin dixebite bi zêdebûna destheqê kêmtirîn dibe ku 1-2 mehan îdare bike, lê pişti zêdebûna destheqê kêmtirîn maliyet jî zêde dibin ji ber vê kesên ku bi destheqê kêmtirin dixebite nikare bi rehetî danûstendin bike. Dikandar ji tunebûna kar gilîdar e. Bi taybetî hin sektoran hîn bêhtir gilîdarin. Bi gelemperî pirsgirêkek aborî heye, ji bo bihartina van pirsgirêkan tiştên me berê gotibûn emê dîsa dubare bikin. Divê bi zêdekirina teftîşan pêşî li zêdebûna neasayî ya buhayan bê girtin, gerek firset nedin keysbazan, ji aliyê din ve divê destûr neyê dayin ku kesên xwedî dahata kêm û sabît di bin vê lêçûna jiyanê de bi'eciqînin. Eger nikaribin bihayan daxin wê demê bere destheqan zêde bikin ku gel pêdivîyên xwe karibe temîn bike.

Dûre Yapicioglu ji Ûşak'ê derbasî Denizlî'yê bû. (ÎLKHA)