Qeza di wextên şeveqê de li ser rêbeja  Riha-Diyarbekirê li nêzî mewqîya gundê Şenevlerê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kamyona bi plaqeya 63 BB 446 a ku şofêrê wê A.S. bû û motosîkleta ku şofêrê wê H.M. bû li hev qelibîn.

Di encama qezayê de şofêrê motosîkletê û kesekî li pey şofêr rûniştbû canê xwe ji dest da.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)