Li Înegol'a navçeya Bûrsa'yê 200 kesa piştî xwarina li dawetê xwarin nexweş ketin.

Nexweşên ku di nava wan da zarok jî hebûn, bi gazinên sergêjbûn û dil xelînê hatin birin nexweşxaneyê.

Hat hînbûn ku rewşa tenduristiyê ya kesên ku bi gumana jehrîbûna xwarinê li Nexweşxaneya Dewletê ya Înegolê û nexweşxaneyên li derdorê tên dermankirin baş e.

Polîs di derheqê bûyerê de tehqîqet da destpêkirin. (ÎLKHA)