Bûyer li gundê Kale'ya girêdayî navçeya Yildizelî'yê pêk hat.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Şivanê ku heta niha navê wî nehat hînbûn, bi tivinga nêçîrê gule li 3 kesên ku îdia kir ji bo diziyê hatine barand.

Li ser îxbarê tîmên tenduristiyê û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Ekîbên ku çûn herêmê diyar kirin kesên ku bi wesayitekê hatin cihê bûyerê û şivan wan gulebaran kiribû jiyana xwe ji dest dan.

Cenaze hat birin morga tiba edlî, şivanê gumanbar ji aliyê ekîbên cendirmeyan ve hat binçavkirin. (ÎLKHA)