Rêvebirê Firokexaneya Groznî ya Çeçenistanê Alvi Shakhgiriev ji medyaya Rûsî re ragihand, seferên balafiran ji Çeçenistanê ber bi Îranê ve dê rojên yekşemê pêk werin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: "Ji 7ê Tebaxa heta 23ê Cotmeha 2022an roja Yekşemê sefer tên kirin. Di dîrokê de ev dê bibe yekem sefera rasterast a di navbera Komara Çeçen û Îranê de. Hem ji bo geşepêdana geştiyariyê hem jî ji bo hevkariya aborî pir bi hêvî dide." (ÎLKHA)