Baranên zêde ji nîvê Hezîranê ve li seranserê Pakistanê bandoreke neyînî li ser jiyanê dihêle. Bi giştî li gelek bajarên welêt zêdeyî 9 hezar xanî hilweşiyan, gelek pir û rêyên bejahî jî xera bûn.

Hat diyarkirin ku di 5 hefteyên dawîn de ji ber barana zêde li Belûçîstanê 99, li Sindhê 70, li Hayber Pahtunhvayê 61 û li Pencabê 60 kes mirin û bi giştî 284 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)