Ozdenoren'ê ku danê êvarê ji ber nexweşiya xwe ya kronîk hat rakirin beşa lênêrîna giran di 82 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Ozdenoren'ê ku di demeke nêz de bi nexweşiya koronavîrusê ketibû û ji ber nexweşiya KOAH'ê dihat dermankirin par jî bi nexweşiya Kovîd-19'ê ketibû û piştî tedawiya 2 mehan hatibû tehliyekirin.

Rasîm Ozdenoren kî ye?

Rasim Ozdenoren'ê ku wekî nûnerê dawî yê "7 Zilamên Xweşik(7 Güzel Adam)" tê naskirin, di 20'ê Gulana 1940'an de li Mereş'ê ji dayik bû. Bi helbestvan Alaaddin Ozdenoren re birayên cêwî ne. Rasim Ozdenêren xwendina xwe ya seretayî û navîn heyamekê li Mereş'ê, heyamekê li Meletiyê û heyamekê li Dêrsim'ê berdewam kir. Piştî qedandina lîseyê, Enstîtuya Rojnamegeriyê ya Zanîngeha Stenbolê bi serkeftî qedand. Paşê dest bi Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê kir. Di sala 1967'an de vir jî qedand.

Ew di sala 1970yî de ji bo ku alîkarî jiyana xwe ya pîşeyî bibe û ji bo xwendina masterê çû Emerîka'yê. Di sala 1971'ê de di Rêxistina Plansaziya Dewletê de wek pispor dest bi kar dike. Rasim Ozdenoren'ê ku di sala 1975'an de li Wezareta Çandê bû Şêwirmendê Wezîran, 3 salan di heman saziyê de karê mufetîşîyê dewam kir. Paşê jî ji bo bibe nivîskar dest ji karê xwe berda.

Rasim Ozdenoren di sala 1980î de vedigere ser karê xwe yê li Wezareta Çandê, di sala 1981ê de dibe Serokê Daîreya Nûnertiya Weşanê. Di sala 1984'an de cîgirê sekreterê giştî û di sala 1988'an de jî wek sekreterê giştî kar kiriye. Di sala 2004 de teqawît bû. (ÎLKHA)