Ji teref Fermandarîya Ewlehîya Beravê ya Tirkîyê ve li qeraxa Îzmîr, Çeneqqele û Aydin'ê 188 koçber hatin rizgar kirin.
Koçberên ku ji teref hêzên Yûnanîstanê ve ber bi alîyê Tirkiyeyê ve hatibûn vegerandin û di encama operasyona ku hat lidarxistin de hatin xelaskirin, piştî mu'ameleyên wan xelasbû hatin şandin Mudûrîtîya Parêzgeha Rêveberiya Koçberiyê. (ÎLKHA)