Şer, li Mehela Kultur'ê pêk hat. Li gor agahiyan di navbera her du komên ciwanan de ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn nîqaş derket. Gotûbêj di demek kurt de cihê xwe da şerê bi kêran. Di şerê ku derket de R. Y. yê 22 salî û kesekî yê nenas bi giranî birîndar bûn. Ji birîndaran R. Y. yê ku rakirin nexweşxaneyê digel temamê midaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

Tehqîqeta der barê şer de berdewam dike. (ÎLKHA)