Ewrupa Yetîm Elîyê ku li çar alîyê cîhanê xebatên alîkarîyê dike, li Efrîqayê jî xwe dighejîne malbatên feqîr û ji wan re alîkarîyan dike.

Sazîyê di çarçoveya fealîyetên alîkarîyê de li Burundîyê jî xebat dike, li bajara Bujumbura ya ew ê herî mezên yê welatê ye ji hezaran malbatên ku di konan de dijîn re alîkarîya xwarin û şîva germ kir.

Omer Polatê Dildarê Ewrupa Yetîm Elîyê derheqê alîkarîyê de axavtinek kir û weha got, “Em bi alîkarîya xêrxwazên me yên li Ewrupayê li vê derê ji hezar û 500 heb malbatan re şîva germ û xwarinê belav kir. 2 sal berê li ciheke ku 2 kîlometre dûrê li vê derê ye lehîyek pêk hatibû. Mirovên ku ji lehîyê tesîrdar bûn li vê derê micadeleya jiyanê didin. Me bi tevî alîkarîya xêrxwazên xwe li vê derê şîva germ û xwarinê belav kir. Xwedê Teala ji hemû xêrxwazên me razî bibe.” (ÎLKHA)