Abuzer Agiragaçê (57) ku piranîya ‘emrê xwe di medreseyan de û li pey ‘îlmê de derbas kirîye, ji ber nexweşîneke wî ji teref malbata wî ve hat rakirin Nexweşxaneya Dewleta Girê Sor.

Di nexweşxaneyê de piştî lêgerînê hat fêmkirin ku xwînariya mêjîyê derbas kirîye û dû re li Rihayê hat rakirin nexweşxaneyeke taybet.

Agiragaç di vê nexweşxaneya taybet de hat bin tedawîkîrinê û li vê derê jî digel temamê midexeleyan rehmet kir.

Mele Abuzer Agiragaç kî ye?

Mele Abuzer Agiragaç di sala 1965an de li Girê Sor hat dinyayê. Di ‘emrê xwe yê biçûk de ji ber evînîya wî ya ji ‘îlmê re li Dîyarbekir û Êlihê perwerdehîya medreseyê girt.

Agiragaç, ‘îlma xwe yê medreseyê qedand û dû re di sala 1997an de di Mizgefta Omer Farukê ku li Gundê Xelîlîyeyê ye meletîya fexrî kir. Di medreseya ku li kêleka mizgeftê ye de jî dersa Quranê, Tefsîrê, Fiqihê û Erebîyê da.

Agiragaç, di dema ku meletîyê dikir de li mizgeftê bi zimanê zazakî xutbeyê dida û ji ber vê yekê jî ji teref xelqê ve gelek dihat hezkirin.

Agiragaç, di pêvajoya 28ê Sibatê de dûçarê zilm û tehdayîya ku ji teref hêzên tarî ve dihat kirin bû û digel temamî wan zilm û  tehdayîyan dîsa jî dayîna dersa Quranê berdewam kir.

Agiragaç, di sala 2012an de bi girtina meleyan ji teref Serokatîya Karên Dîyanetê ve li gundê Sêbîrê bi meletî hat tayînkirin û di sala 2019an de jî ji gundê Destekê re hat tayînkirin.

Digel tayînbûnîya wî ya li mizgefta gund, dîsa jî her roj dihat bajêr û di medreseyê de ji xwendekaran re dersê dida.

Agiragaç, di 15ê Tîrmehê sala 2022yan de ji ber xwînariya mêjîyê di nexweşxaneyê de rehmet kir.

Agiragaç, bavê 11 zarokan bû. (ÎLKHA)