Wezarata Karên Derve ya Malîyê, daxuyand ku derheqê Olîvîer Salgadoyê Berdevkê Mîsyona Biryardarîya Entegrekirina bi Gelek Rehendîya Malî yê Neteweyên Yekbûyî de ji ber weşanên wî yên di hesaba wê yê medyaya civakî de qerara dersînorkirinê hat girtin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku Saldago, di hesaba xwe yê medyaya civakî de derheqê 49 leşkerên Peravên Diranfîl ên ku Malî wan biçavkirîye de weşanên ku mirov nikare ji wan weşanan re xweşbînî nîşan bide weşandîye, ji berdevkê jî hat daxwastin bila di nav 72 seatan de ji welat derkeve. (ÎLKHA)