Xespkerên cihûyî, bi hinceta ayînên Telmûdê ji Deriyê El-Mexarîbe (Fas) li başûrê rojavayê Mescid el-Eqsayê êrîşî Harem-i-Şerîf kirin.

Xespkerên cihûyî yên ku ji teref polêsên rejima îşxalker a siyonîst va dihatin parastin piştî ku li hewşên Herama-Şerîf geryanên provokatîf li dar xistin, li nêzî mizgefta Babur Rahme ayîna Telmûdî pêk anîn.

Paşê xespkerên cihûyî ji Deriyê Silsile yê Mescîda Eqsayê derketin.

Rejîma îşxalker ku plan dike Mescîda Eqsayê di navbera Misliman û cihûyan de bike du parçe û cihûtiyê bike, ji bo bicihanîna planên xwe cesaretê dide dagirkerên cihû ku êrîşî Mescida Eqsayê bikin.

Li gorî peymana bi navê aştiyê ku di 26'ê Cotmeha 1994'an de di navbera rejîma dagirker û Urdunê de hat îmzekirin Mescîda Eqsa di bin sîwana Rêveberiya Weqfên Îslamî yên Qudsê de ye ku girêdayî Weqfan, Karûbarên Îslamî û Wezareta Muqedesatan'ê Urdunê ye.

Lê belê xespkerên dagirker ji sala 2003’an û vir ve bi eskorta polîsan dikevin perestgeha pîroz. Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê van deran wek "sergirtin/êrîş" bi nav dike, ku tê de serweriya misilmanan tê binpêkirin. (ÎLKHA)