Ji bona dema hindekarî-perwerdehîya sala 2022-2023yan 20 hezar û 665 xwendekar ji bona dersa hibijarî Kurmancî û Zazakîyê hilbijartin. Encax van xwendekaran, ji bona ku zimanên xwe yên dayîkê hînbibin lazimatîya wan ji mamosteyên branşê re hene.

Baş e, lê ji bona ku qîma wan bike ewqas mamoste hene?  Na!

Ji ber vê yekê hêvîyên raya giştî hene. Mixabin ev daxwazîyan naynê dîtin an jî nayê xwestin ku bên dîtin.

Di demê dawîn de jî Wezareta Perwerdehîya Tirkîye jî qerara tayinkirina 20 hezar mamosteyan da. Lê di vê kotê de ji bo Kurmancî û Zazakî 3 kotan tenê vala hêşt û ev jî bû sedema bertekan.

Parêzger Serkan Ramanliyê Berdevkê Partî û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê ku ji Rehber Tvyê re axivî, derheqê ev meseleyê de jî nirxandinan kir.

“Tayinkirina bi fiîlî ya mamosteyên ku Kurdî hînbikin bi zanayî tên astengkirin”

Ramanli di axavtina xwe de got ku li hember Kurdî hinek gavên baş hatine avêtin lê di derheqê zimanê dayîkê de hêj heqek perwerdehîyê nehatîye dayîn, Tayinkirina bi fiîlî ya mamosteyên ku ji beşa Kurdologîyê perwende bûne bi zanayî tên astengkirin.

Ramanli di axavtina xwe de weha got, “Di derheqê mafê perwerdehîya di zimanê dayîkê de hêj mafek nehatîye dayîn, nayê xwestin ku ev tişt bê li ser ziman jî. Ji bona ku di derheqê zarava Kurmancî û Zazakî de perwerdehî bê dîtin de di dibistana navîn de dersên hilbijartî hatin damezirandin. Ji bona ev gav hatin avêtin. Mamosteyên me ên ku ji beşa Kurdologîyê perwende bûne ji bona ku zarokên me re zimanên me bidin hînkirin hatin perwerdekirin. Lê dîsa li hemberê wê pirsgirêkek hat sekinandin. Tayinkirina van mamosteyan jî bi fiîlî hatin astengkirin. Mixabin tiştên ku tên guhên me jî bi vê şeklê ye.”

“Digel daxwazîya xwendekaran, netayinkirina mamosteyên Kurdî ên ji teref Wezaretê pirsgirêkeke ciddî ye”

Ramanli, di berdewama axavtina xwe de derheqê pirsgirêkên ku di dema hilbijartinê de hatin kişandin de jî axivî û weha got, “ji teref wezaretê û îdarevanên dibistanan ve, ji bona ku dîtina perwerdehîyê ya di Kurmancî û Zazakî de bi rasterast an jî nerasterast zext heye. Ji van zextan xwendekarên me û malbatên wan di dema hilbijartina dersan de zimanên Zazakî, Kurmancî û zaravên wan îradeyek nîşan nedan. Dema ku di demeke borî de, bi pêşîvanîya rêxistinên sîvîlan kampanyayek hat destpêkirin û bi alîkardayîna ji her fikrên însanan wek hû we jî got hejmarên hilbijartinê bû 20 hezarî. Di çarçoveya van hilbijartinê de ji bona ku ji wan zarokan re perwerdehî bê dayîn lazim e ku mamosteyan bên wezîfedarkirin. Lê di destê me de mamosteyên ku dersan bidin tunene. Ji ber vê yekê lazim bû ku tayinek bihata kirin. Lê digel daxwazîya xwendekaran, ji teref Wezaretê ve tayinkirina mamosteyên ji bona perwerdehîyê bidin û xwendekaran hîn bikin nehat kirin. Ev jî pirsgirêkeke ciddî ye.”

“Bila dev ji miamele kirina ‘zimanê dabeşkarî’ yê ji Kurdî re bê berdan”

Serkan Ramanliyê Berdevkê HUDA PARê, got ku gerek dev ji miamele kirina ‘zimanê dabeşkarî’ yê ji Kurdî re bê berdan.

Ramanli weha got, “Ji aliyekê ve di warê qanûnî de rê li ber xwendekaran vedike ku dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin. Ji aliyê din ve dema ku dema hilbijartin tê, pêşniyar tê kirin ku neyê hilbijartin û astengî heye ku mamosteyên ku dê dersê bidin, her çend ew ders were hilbijartin jî neyê destnîşankirin. Divê ku ev tiştan bi lez û bez bê rastkirin. Divê ev zîhniyeta dewletê bê terikandin. Divê dev ji miamele kirina ‘zimanê dabeşkarî’ yê ji Kurdî re bê berdan. Zimanê kurdî jî wek tirkî yek ji zimanên kevnar ên vî welatî, vî miletî û zimanê miletekî ye ku hêmana bingehîn a vê erdnîgariyê ye. Gerek ev tiş ewakî bê qebûlkirin.”

Ramanli di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir ku hînbûna zimanê dayîkê mafek e, bal kişand ku gerek dev ji polîtîkayên populîst bên berdan û mafên ku tê daxwazkirin bê dayîn. (ÎLKHA)