Balafira ku ji bajara Baîdoayê rabû mecbûr ma ku xwe li Mogadîşuyê daxist ‘erdê.

Balafira ku 30 heb rêwî tê de bû û daketina acil kir ji rê derket û dû re qulipî. Rêwîyan jî ji balafira ku şewat dest pê kir de bûn bi lez hatin tehlîyekirin. Di qezayê de kes nemirîya.

Derheqê sedema qezayê de hêj tu daxuyanîyek nehat dayîn. (ÎLKHA)