Ji teref Rêxistina tenduristîyê ya cîhanê (WHO) ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku cara yekem di nimûneyên ku ji Senegalê re hat şîyandin de vîrûsa Marburgê hat dîtin.
Hat daxuyandin tê zanîn ku Tayê Marburgê ji malbata Ebolayê ye, vaksîna wî an jî tedawîyeke wî yê taybet tuneye û hevgirîya mirinê jî heta sedî 90 derdikeve.
Di daxuyanîya WHOyê de hat diyarkirin, bi tevî endamên tenduristîyê ji 90î zêdetir kesan de ev vîrûs hat dîtin û ew hatin bin şopandinê.
Hevgirîya mirinê derdikeve heta sedî 90 ê
Vîrûsa Marburgê cara yekem di sala 1967an de, di laboratiwarên li Yugoslavya Belgrad (niha Sirbistan) û bajarên Farnkfurt û Marburga Elmanayê de hat tespîtkirin.
Nîşanên vê vîrûsê ev e ku ji nişkav ve serê mirov dihêşê û atêş, ta, êşa serî û êşandina hencavê ye û di navbera 5-10 rojan de jî dema wê ya kurt ketinê heye.
Kesên ku bi nexweşîna Tayê Marburgê ketine, ji ber ku vaksîn û tedawîyeke wî yê taybet tuneye tên rakirin nexweşxaneyê.
Hevgirîya mirinê ya nexweşînê di navbera 23-90an de ye. (ÎLKHA)