Bûyer di Navenda Danûstandina bi nava Greenwood Park'ê de pêk hat.

Li gor çapemenîya DYE'yê kesekî ku bi çek hat qata xwarinê ya navenda danûstandinê dest bi gulebaranê kir. Di encama gule beradana ji teref êrîşkar ve de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Siwîlekî ku êrîşê dît, çeka xwe ya biruhsat derxist û gule berê êrîşkar da. Hat ragihandin ku êrîşkar li cihê bûyerê miriye.

Heta niha daxuyaniyek fermî di heqê nasname û sedema erîşa erîşkar de nehat dayîn. (ÎLKHA)