Berî vê çend rojan ji teref endamên DAIŞê ve li ser sînorên Efxanistanê bi mûşekan li Ozbekistan û Tacikistanê hat kirin. Ji ber vê êrîşa ku hat kirin ji teref asayîşa Mîrektîya Îslamê yê Efxanistanê ve li dijî endamên DAIŞê operasyon hat lidarxistin û di encama operasyonê de 3 endamên DAIŞê hatin kuştin û 5 jî hatin girtin.
Ji teref Berdevkê Mîrektîya Îslamê yê Efxanistanê Zebîûllah Mucahîd ve derheqê vê mijarê de daxuyanîyek hat belavkirin. Mucahîd di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Em ê destûr nedin ku ji ser axên Efxanistanê êrîşî welatên cîran bê kirin. Hêzên ewlehîyê yên Mîrektîya Îslamê yê Efxanistanê roja şemîyê di derengîyên êvarî de operasyonek dan destpêkirin û di netîceya operasyonê de3 endamên DAIŞê hatin kuştin û 5 jî hatin girtin.”(ÎLKHA)