Berdevkê polîsê Papua Ehmed Mustafa Kamal di daxuyaniya ku belav kir de ragihand ku komeke sûcdar a çekdar êrîşên cuda li 4 taxên navçeya Nduga pêk anîn.

Kamal diyar kir ku komeke cudaxwaz 10 kes kuştin û 2 kes jî bi giranî birîndar kirin.

Ji bo qefaltina êrîşkaran operasyon hat destpêkirin. (ÎLKHA)