Ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî SPA ragihand ku peyman di navbera Wezîrê Enerjiyê yê Erebistana Siûdî Prens 'Ebdul'ezîz bin Selman El Siûd û Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan 'Ebdulcebbar de hatiye îmzekirin.

'Ebdulezîz got ku îmzekirina peymanê dê bibe alîkar ku peywendiyên aborî yên dualî bihêz bibin, herwiha Erebistana Siûdî bibe navendeke navçeyî ji bo şebekeyên ceyranê û sermayeguzariyê di projeyên hilberîna ceyranê yên welêt de bikişîne.

Peyman berî Lûtkeya Cidde ya roja şemiyê ku ew ê di serkirdeyên welatên endamên Encûmena Hevkariya Kendavê û serkirdeyên Urdun, Misir û Iraqê beşdar bibin de hat îmzekirin. (ÎLKHA)