Qeza li bajarê Karaxandîya Qazaxistanê pêk hat.

Li gor agahiya polîsên herêmê, li ser rêya Almatî-Yekaterînbûrgê mînîbûsa rêwîyan a ku 17 kes tê de bûn, li qemyonekê qelibî.

Di qezayê de 8 kesan mirin, 9 kesan jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya polîsan, qeza di encama di xew de mayîna şîfêra kamyonê de bûye.

Derbarê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)