Li gorî diyarîyan 18 peyman û zebtê mitebeqetê derheqê hevkarîya meseleyên tenduristî, feza, ragihan, enerjî û veberhênanê de ye.

Di navbera her du welatan de xeyn ji wan sernavan derheqê enerjîya paqij û tenduristîya xelqê, zanyarên tibbî û lêgerînê de jî zebtên mitebeqetê hatine îmzekirin.

Joe Bîdenê Serokê Emrîqayê di çarçoveya zîyareta xwe yê li rejima îşxalker û Erebîstana Siûdî de hatibû bajara Cîddeya Erebîstana Siûdî. Bîden, piştî qerara bireveberîya Rîyadê ku seheya hewayê ji balafirên rejima îşxalker bê vekirin ji Tel Avîvê çûbû Erebîstana Siûdî û bi vê çûndina xwe bû serokê Emrîqayê ê ‘ewil yê ku ji Tel Avîvê çûye Erebîstana Siûdî. (ÎLKHA)