Wezîr Soylu li ser hesabê xwe yê Twitterê peyama "Ji kerema xwe di vegerê de quralên trafîkê bişopînin" parve kir û destnîşan kir ku ew di navbera 7-18ê Tîrmehê de ji bo trafîka cejnê di teyaqqûzê de ne.

Soylu diyarkir ku, “Kemberê Ewlehîyê. Sînorê Lezê. Bikar neanîna telefonê. Ajotina bi bêhnvedanî. Di 10 salên dawî de rêjeya mirinê ya rojane di betlaneyên 9-10 rojan de 15, di ‘Eyda Qurbanê ya 2022’an de jî 7 e. Ji bo vegerek ewledar em bi hev re quralan bişopînin.” (ÎLKHA)