Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin ji teref Fermandarîya Ewlehîya Beravê ya Tirkîyê ve li alîyê Kara Koyuna navçeya Menderesa Îzmîrê operasyonek hat lidarxistin. Di encama operasyonê de 105 koçber û 2 organîzatorî li alîyê Kara Koyuna navçeya Menderesa Îzmîrê hatin binçavkirin.

Di encama operasyonê de hat diyarkirin ku 38 koçberên dinê jî hatin qefaltin.

Hat ragihandin koçberên ku hatine qefaltin piştî qontrolên tenduristîyê ji Midirtîya Îdareya Koç a Bajar re hatin teslîmkirin. (ÎLKHA)