Endam û dildarên komeleyê yên ku beşdarî xebata belavkirina goştên qurbanan bûn wan cilên ku li ser wan sûretên Şehîd Yasîn hebûn li xwe kirin û mal bi mal gerîyan û ji feqîran re goştê qurbanan belav kirin.

“Bi saxiya wan qurbanên kesên xêrxwaz ew ê parçeyeke goşt bikeve mala wan kesên muxtaç”

Serokê Karwana Hêvîyê ya Sêrtê  Ramazan Tokdemîr derbasê xebata ku hat kirin de destnîşan kir ew ji ber xebata ku hatiye kirin ew kêfxweş in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “

“Em qurbanên xwe didin serjêkirin. Piştî ku me goştê wan hûr kir re em ê wan ji malbatên xwe yên feqîr, muxtac û jar re belav bikin. Hûn jî dizanin li welêt qeyraneke mezin û ciddî heye.  Ji ber vê yekê va bû nêzî salekê ku goştê sor neketiye mala wan kesên feqîr. Bi saxiya wan qurbanên kesên xêrxwaz ew ê parçeyeke goşt bikeve mala wan kesên muxtaç. Xweda xêra wan kesên xêrxwaz ên ku qurbanên xwe bi me dan serjêkirin qebûl bike.”

“Di 6-8ê Cotmehê de Yasînekî şehîd kirin; lê belê bi sedan Yasîn rabûn li ser pîyan”

Îbrahîm Tarhanê Dildarê Ciwan ê Karwana Hêvîyê yê Sêrtê jî derbarê mijarê de wisa axivî: “ Em hewl didin wan goştên qurbanan ên ku Şehîd Yasîn û hevalên xwe nikaribûn bighijînin feqîran, bigrin û li wan kesên feqîr belav bikin.  Em li vê derê û em ê tim û tim jî li vê derê bin. Di 6-8ê Cotmehê de Yasînekî şehîd kirin; lê belê bi sedan Yasîn rabûn li ser pîyan.”(ÎLKHA)