Li gorî agahîyên ku ji rayedarên komeleyê hatin wergirtin ew wek Karwanana Hêvîyê li Sêrt, Mêrdîn, Semsûr, Êlih, Xarpêt, Bidlîs, Mêrsîn, Bîngol, Bursa, Riha, Şirnex, Diyarbekir, Entabê û Wanê organîzasyonên qurbanê tertîp kirine û goştê wan qurbanên ku dane serjêkirin ji bi deh hezaran kesên feqîr re belav kirine.

Endam û dildarên komeleyê li gelek bajaran li ser navê Şehîd Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di dema Îda Qurbanê de goştê qurbanan belav dikirin ji teref PKK/HDPyîyan ve hatibûn şehîdkirin jî goştê qurbanan  belav kirin.

Xebatên belavkirina goştê qurbanan a komeleyê bênavber berdewam dike.(ÎLKHA)