Ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê, Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtiyên Koçberan û Bazirganiya Însanan di navbera 28ê Hezîran û 7ê Tîrmeha 2022an de li Menderes, Çeşme, Seferîhisar, Foça û Karaburunê 13 operasyonên cuda yên li dijî qaçaxçitiya koçberan kirin.

Di operasyonan de 447 koçber hatin girtin û 13 şikbar jî hatin binçavkirin.

Ji gumanbarên ku sewqî edliyeyê hatin kirin 6 kes hatin girtin, 7 jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.(ÎLKHA)