Ajansa Îdareya Lezgîn a Neteweyî ya Nîjeryayê (NEMA) ragihand ku di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de keştiya ku di 8ê Tîrmehê de li nêzî herêma Ojo ya eyaleta Lagosê li Çemê Ikorodu noqî avê bû, cesedê 15 kesên din hatin dîtin.
Bi vî awayî hejmara kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan derket 17an.
Hat diyarkirin ku xebatên lêgerîn û xilaskirina kesên di qezayê da winda bûne dewam dikin.
Li Nîjeryayê di demsala baranê de car caran li çeman felaketên keştiyan çêdibin. (ÎLKHA)