Li gor hişyariya Meteorolojî û AFADê, tê texmînkirin ku sibê li hindirê Bolu, Karabuk, Duzce û Kastamonûyê, navend û bakur û rojavayê Enqere, Çankiri, Eskîşehîr, Kutahya, Bîlecîk û başûrê rojhilatê Bursayê wê barana gur bibare.

AFAD'ê ji bo sibe piştî nîvro di hesabê xwe yê medyaya civakî de van bajaran xetirand.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de di derbarê mijarê de wiha hat gotin: "Li gorî agahiya ku ji meteorolojiyê hat hildan, roja septê piştî nîvro li beşên Bolu û Karabuk, Duzce û Kastamonûyê; Tê payîn ku li navend û bakur û rojavayê Enqere, Çankiri, Eskîşehir, Bîlecîk û başûrê rojhilatê Bursayê wê baraneke gur bibare. (ÎLKHA)