Ji teref Fermandarîya Ewlehîya Beravê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin û hat destnîşankirin ku di 7’ê Tirmehê se’et 10.15’an de li navçeya Karaburuna Îzmîrê 104 koçber ên ku  ji teref hêzên Yunanistanê ve hatibûn vegerandin hêla Tirkîyeyê û di behrê de asê mabûn hatin xelaskirin. (ÎLKHA)