Johnson, di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir heta ku serokeke nû bê hilbijartin ew ê li ser wezîfeya xwe bimîne.

Doh jî Sajîd Javîdê Wezîrê Tenduritî yê Îngîlîstanê û Rîshî Sunakê Wezîrê Darayî, li pey hev daxuyandin ku ew ji wezîfeyên xwe ên Hikumetê îstîfa kirin.

Îro jî piştî îstîfakirina wezîran hinek alîkarên wezîran jî îstîfa kiribûn. Bi tevahî hejmarên ku îstîfa hatibû kirin derketibû 35 kesan. (ÎLKHA)