Serkan Ramanli ji Berdevkê Partîyê û Alîkarîya Serokê Giştîyê Wezîfedarê ji Danasîn û Têkilîyên yê HUDA PARê re hat tayinkirin.
Di hîsaba medyaya civakî ya HUDA PARê de daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ji cihê birêz Şehmus Tanrikuluyê Alîkarê Serokê Giştîyê Wezîfedarê ji Danasîn û Têkilîyên yê HUDA PARê re, birêz Serkan Ramanliyê Endamê me yê Sazîya Îdare yê Giştî hat wezîfedarkirin. Ramanli, di ‘eynî demê de ew ê wezîfeya berdevkîtîya partîyê jî bi kar bîne.” (ÎLKHA)