Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, erebeya ku di bin qontrola S.E. de bû li Taxa Çankayaya navçeya Îskenderunê ji teref kesên ku nasnameyên wan nayê zanîn ve bi tiving û demençeyê nêrîş lê hat kirin.

Di encama êrîşê de keseke ku di erebeyê de bû canê xwe ji dest da, 4 jê zarok 8 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin kesên birîndar hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Îskenderunê.

Derheqê êrîşê de şikdarek hat binçavkirin lê derheqê sedema meseleyê de tu agahîyek nehat belavkirin. (ÎLKHA)