Qeza, di seatên sere sibê de li Mehela Buyukobayê ku girêdayê navçeya Ilginê ye pêk hat. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn wesayîtên ku karkêran vediguhast li şarampolê qulipî. Di encama qezayê de 2 kes mirin 17 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansên ku hatin cihê bûyerê hatin rakirin nexwşexaneyê.

Derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)