Barana zêde Kettaya ku paytexta parêzgeha Belûcistana Pakistanê ye jî di nav de  li gelek bajaran bi bandor dewam dike.

Li herêma Sariabê ya Kettayê ji ber barana zêde ban û dîwar hilweşiyan.

Li bajarê ku rê di bin avê de man û elektrîk qut bûn, di qezayên ku ji ber barana zêde pêk hatin de herî kêm 7 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku ekîbên rizgarkirinê, gihandina alîkariyan ji bo welatiyan li Sariab û herêmên din xebatên xwe didomînin. (ÎLKHA)