Li navçeya Luleburgaza Qirklareliyê otobusa rêwiyan a fîrmaya Turîzmê ya Nîluferê di derketina navçeyê de qulibî.

Gelek ekîbên tenduristiyê, ewlehî û agirkujiyê sewqî herêmê hat kirin.

Di qezayê de 1 jê zarok 6 kes jiyana xwe ji dest dan, 25 kes jî birîndar bûn.

Birîndar hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Hat diyarkirin ku di otobûsê kesên ku ji Edîrneyê ji bo betlaneyê diçûn Bodrumê hebûn. (ÎLKHA)