Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di seatên serê sibê de li ser rêya sînora bajarên Manîsa-Balikesîrê erebeyeke di bin kontrola S.A de li erebeya ku di bin kontrola B.K. de bû qelibî.

Bi xeberdayîna mirovan ji cihê qezayê re ekîbên îtfaîye, polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de 2 jê zarok tev de 5 kes canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin doh jî li ser rêya Qonye-Beyşehîrê qezayek pêk hatibû û di encama wê qezayê de jî 5 kes canê xwe ji dest dabûn û 4 kes jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)