Di hîsaba medyaya civakî ya AFADê de daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Li gorî agahîyên ku Meteorolojîyê hatine bidestxistin, îro ji seatên nîvroyê pê ve, li bajarên Enqere, Çanqiri, Qirikkale, Qonye, Aksaray, Nigde, Kirşehîr û derdorê Qeyserîyê, bakura Mêrsîn û Edeneyê, başura Sêwas û Boluyê baraneke bi dijwar tê hêvîkirin ku bibare. Li hember lehî, brûsk, barîna zîpikê û bahozê bi tedbîr bin.” (ÎLKHA)